• Wednesday, 11 February 2026
logo

Perwaz Vegeriya Kurdistan

Perwaz Vegeriya Kurdistan
Hunermenda ciwana Kurd kû beşdariya di bernameya Arab Idol de li kenala MBC kirûb duh vegeriya Kurdistanê.

Perwaz Henes, yekemîn beşdarbûya Kurd bû, kû di bernameyekî weha bi navûdeng de li ser asta welatên Arebî de beşdar bibe. Perwaz bi dengê xwe û bi bijardina goraniyên xwe yên balkêş karî heta qonaxa berî dawî li ber xwe bide û bû yek ji Şeş kesên herî dawî weke beşdarbûy di wê bernameyê de.

Perwaz li ser rûpela xwe ya civakî Facebook supas nameyeke dirêj weşand û têde got; Ez sipasiya hemû xelkên herêma Kurdistan bi hemû çîn û rengên xwe dikim bo hevkariyan wan, herweha sipasiya hemû saziyên ragihandin û yên ferimiyên Hukûmeta Herêmê kû qet nayê ji bîr kirin bi wê alîkariya bê sînor bo piştgiriya wan.

Di bernaeya herî dawî kû şevê din li ser MBC bi zindî hate weşandin têde Perwaz bi Ala Kurdistanê xemil û rengê xwe yê Kurdî bi rûkeniyekî ji dil û derket û her di wê nameya xwe de dibêje kû, serkeftina min heta qonaxa berî dawî tev ji bo piştgiriya xelkê Kurdistanê bû, ew serkeftina min ji wê yekê dihat.
Top