• Wednesday, 11 February 2026
logo

2 gênc di robara Sîrwanê de dixeniqin

2 gênc di robara Sîrwanê de dixeniqin
Jêderekê li polîsê hemahengî ya Kelarê ji Xendanê re ragihand ku berya kêlîkekê 2 gênc bi mebesta melevanîkirinê diçin robarê Sîrwanê lê belê yek ji wan gêncan dixeniqe.

Wê jêderê got: Bi mebesta rizgarkirinê gêncekî din diçe nava avê lê belê piştre ew jî dixeniqe.

Jêderê Xendanê amaje bi wê yekê jî ku ku niha tîmên berevaniya şaristaniyê mijûlî derxistina termanin . yek ji wan gêncan navê xwe Mihemed Selahe 21 salî ye û ewê din jî heya niha tu zanyarî li ser nîne û li gor gotina jêderî herdu gênc akinciyên qeza Kelarê ne.

Hêjayî gotinê ye li du rojên borî de 2 welatiyên din di robara Sîrwanê de xeniqîne.

Xendan
Top