• Wednesday, 11 February 2026
logo

Parlemanterê BDP: Ger pêvajo hilweşe ezê derkevim çiya

Parlemanterê BDP: Ger pêvajo hilweşe ezê derkevim çiya
Parlemanterê BDP`ê yê bajarê Agriyê Xelîl Eksoy ragihandiye ku eger pêvajoya çareseriya aştiyê hilweşe ewê jî berê xwe bide çiyan.

Rojnameya Miliyetê a Tirkî Duh 23/6 belavkiriye ku: "Parlemanterê BDP`ê yê bajarê Agriyê a bakûrê Kurdistanê Xelîl Eksoy di civînekê de li bajarê Izmîrê a Tirkiyê ragihandiye ku, eger proseya rêçareya aştiya Kurd hilweşe, ezê jî weku gerîlayan rêya çiya digrim ber xwe."

Her weha Eksoy gotiye: "Eve qet ne gefe, belku eve daxwaziyeke ji hemû aliyan ku piştevaniya vê proseyê bikin."

Hêjayî gotinê ye ev daxuyaniya parlemanterê BDP`ê piştî wê yekê ye ku duh yek ji rawêjkarên serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan ragihandibû ku her yek li BDP`ê û PKK`ê dixwazin sûd ji rewşa neha ya xwepêşandanên Tirkiyê werbigrin ji bo ku fişarê bixin ser hikûmeta Tirkiyê.

Xendan
Top