• Wednesday, 11 February 2026
logo

PDK û YNK Piştîvanîya Hewlên Parlemana Kurdistanê bo Sazana Niştîmanî Dikin

PDK û YNK Piştîvanîya Hewlên Parlemana Kurdistanê bo Sazana Niştîmanî Dikin
Di dirêjîya kombûnên xw eyên hevbeş de, Duh her du polîtboruyên Partîya Demokrata Kurdistanê û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê bi serpirestîya Nêçîrvan Barzanî cihgirê seorkê PDK û KOsret Resûl Elî cihgirê sekreterê giştîyê YNK bi hev re kom bûn.


Di kombûnê de xêncî baskirina rewşa Kurdistan, Iraq û nawçeyê û pêşhatên çaverêkirî, mijareka serekîya kombûnê peywendîyên duqolî û rêkevtinnameya stratejîya navbera her du partîyan û geşepêdana wê bû.

Herwisa prosesa hilbijartinên Kurdistanê ku biryar wiha ye di 21 Eylûla îsal de birêve biçin, mijareke din a kombûna îro ya navbera PDK û YNK bû ku her du alîyan piştîvanîya xwe bo hewlên parlemana Kurdistanê ji bo dûvçûnên wê ji bo nivîsa serokê herêma Kurdistanê bo sazana niştîmanî ragiahndin. Herwisa di evê kombûnê de biryar hate dan, ku kombûnên navbera wan berdewam bin.
Top