• Wednesday, 11 February 2026
logo

Heyeteke Herêma Arda ya Romaniyayê serdana Dihukê kir

Heyeteke Herêma Arda ya Romaniyayê serdana Dihukê kir
Piştî serdana heyeteke Parêzgeha Dihukê bo Parêzgeha Arda ya welatê Romaniyayê di 13ê meha derbasbûyî de, duh heyeteke Parêzgeha han îadeya ziyart kir û serdana Parêzgeha Dihukê kir.

Piştî gehêştinê heyeta Romanî ji aliyê Parêzgarê Dihukê Temer Remezan ve hate pêşwazîkirin û pişt re jî civîneke hevbeş di navbera her du aliyan de hate sazkirin.

Di vê civîna han de heyeta Parêzgeha Arda ya Romaniyayê û Parêzgeha Dihukê behsa çawetiya cîhbicîh kirina ev projeyan kirin ku, di peymana ku, di navbera her du aliyan de hatibû îzmekirin hatine destnîşankirin.

Di beşeke din ya vê civîna han de her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên navbera Parêzgeha Dihuk û Herêma Ardayê de kirin.
Top