• Wednesday, 11 February 2026
logo

Bexdadê Sizayê Sêdaredanê bo 3 Pasevanên Tariq Haşimî Derkir

Bexdadê Sizayê Sêdaredanê bo 3 Pasevanên Tariq Haşimî Derkir
Duh dadgeha navendîya tawanan li Bexdadê, bi tohmeta kuştina ekterekî komêdî sizayê sêdaredanê bi ser 3 pasevanên Tariq Haşimî cihgirê berê yê serok komarê Iraqê sepand.


Di beyannameyekê de dadgeha navendîya tawanan li Bexdadê îro ragihand, ku ´´ji ber beşdarîkirin di kuştina ekterê komêdî Welîd Ceaz sizayê sêdaredanê bo 3 kes ji pasevanên kesê daxwazkirî Tariq Haşimî derçûye.´´

Pêştir encûmena bilinda dadwerî danpêdananên pasevanên Haşimî belav kiribû û die wan danpêdanan de wisa derkevtibû hole ku ewan Welîd Hesen Ceaz dis ala 2006 de kuştine.
Top