• Wednesday, 11 February 2026
logo

Di hêrişekê de li Duzxurmatu 4 polîs bûne qurbanî

Di hêrişekê de li Duzxurmatu 4 polîs bûne qurbanî
Çend çekdarên ne nas li xala pişkinînê ya Îngîce a ser bi qezaya Duzxurmatu hêriş kirin ser otombêleke polîsan û di encam de 3 polîs hatin kuştin û efserek jî birîndar bûye.

Îro demjimêr 8:30'ê danê sibê çend çekdarên ne nas bi cilên polîsan ji nava otombêlekê li ser rêya giştî ya Duzxurmato - Tikrît1'ê li xala pişkinînê Îngîce ya serbi qezaya Duzxurmatu destdirêjiya guleyan li otombêleke polîsê wê qezayê kirin û di encam de 3 polîs hatin kuştin û efserek jî bi pileya Neqîb bi giranî birîndar bûye.

Amaje bi wê yekê kir ku, heya niha hêrişber ne hatine desteser kirin û lêkolîn jî derbarê bûyerê berdewam e.

Xendan
Top